Li Dîyarbekirê mirovekî ku 10 caran dizîyê kirîye hat qefaltin

Li Dîyarbekirê mirovekî ku 10 caran dizîyê kirîye û 19 dosyayên wî yên sûcê hene, piştî xirrecirekî hat qefaltin.

Ekleme: 27.09.2024 13:55:21 / Güncelleme: 27.09.2024 13:55:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Midurtîya Şûbeya Asayîşa Dîyarbekirê, di çarçoveya xebatên ku li dijî bûyerên dizîyê bikartîne de, şikdarekî ku 10 caran dizîyê kirîye tespît kir.

Şikdar, ji bona ku neyê qefaltin dest bi revê kir û di navbera wî û polêsan de xirrecirekî dest pê kir. şikdar, ji bona ku neyê qefaltin ket nav avahîyeke ku ji ber erdhejê hatîye valakirin û di nav wê avahîyê de hat qefaltin.

Şikdarê ku hat qefaltin piştî tedawîyê hat girtin û ji girtîgehê re hat şandin. (ÎLKHA)