Hîzbullahê bi dehan fuzeyan mewzîyên îşxalkeran hedef girtin

Hizbullahê daxuyand ku ew bi dehan fuzeyan li baregehên Hatzor û Dadu yên îşxalkeran hedef girtine.

Ekleme: 26.09.2024 09:35:20 / Güncelleme: 26.09.2024 09:35:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya Hîzbullahê de hat diyarkirin ku herêma bi navê "Hatzor" û baregeha Daduyê bi dehan fuzeyan hatîye girtin.

Di daxuyanîyeke dinê de jî hat ragihandin ku yekîneyên parastina hewayî li dijî 2 balafirên şer ên îşxalkeran derketin û balafirên şer neçar kirin ku ji qada hewayî ya Libnanê derkevin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku Kiryat Motzkin dîsa bi mûşekên Fadî-1 hatîye hedefgirtin. (ÎLKHA)