Li Etiyopyayê qezaya otobusê: 28 mirî

Di qezaya ku li Etiyopyayê otobus ket nav çem pêk hat de 28 kes mirin û 19 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 26.09.2024 09:05:18 / Güncelleme: 26.09.2024 09:05:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Otobusa ku ji bajarê Wolaita Sodo yê Etiyopyayê diçû herêma Dauro ji rê derket û ket nav çem.

Hat diyarkirin ku di qezaya ku pêk hat de 28 kesên ku rêwîyên otobusê bûn canê xwe ji dest dan û 19 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku endîşe tê kirin ku hejmara miriyan zêde bibe. (ÎLKHA)