Fermandarê Hîzbullahê Îbrahîm Kubeysî şehîd ket

Artêşa qaşo yê rejîma terorîst daxuyand ku di êrîşa li dijî Beyrûdê hat lidarxistin de fermandarê Hîzbullahê Îbrahîm Kubeysî şehîd ketîye.

Ekleme: 25.09.2024 09:30:20 / Güncelleme: 25.09.2024 09:30:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di roja duyemîn a êrîşên li dijî Libnanê de herêmên başûr û Beyrûd careke din bûn hedefên terorîstên gemar a sîyonîst.

Sîyonîstan, li başûrê Beyrûdê avahîyekî hedef girtin.

Wezareta Tenduristî ya Libnanê, desntîşan kir ku di encama êrîşê de şeş kes şehîd bûn, 15 kes jî birîndar bûn.

Di encama êrîşê de Îbrahîm Kubeysîyê ku di yekîneya roket a Hîzbullahê de wezîfedar bû jî şehîd bûye.

Hîzbullahê, şehadeta Kubeysî rast kir.

Hat destnîşankirin ku Kubeysî ji sala 1980an vir ve di nav Hîzbullahê de wezîfedarekî leşkerîye, di warê fuzeyan de çavkanîyekî herî muhîm e. (ÎLKHA)