Libnan: Ji herba navxweyî ya Libnanê vir ve roja herî bixwîn îroye

Wezîrê Tenduristî yê Libnanê Fîras el-Abyad, destnîşan kir ku ji salên 1975-1990an a herba navxweyîya welat e vir ve roja “herî bixwîn” jîyan kirine.

Ekleme: 24.09.2024 09:35:19 / Güncelleme: 24.09.2024 09:35:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezîrê Tenduristî yê Libnanê Fîras el-Abyad, îfade kir ku ew ji herba navxweyî ya Libnanê vir ve roja herî bixwîn îro dijîn.

Ebyad, ragihand ku di êrîşa rejîma sîyonîst de ku doh bikaranît 24 jê zarok, 39 jê pîrek tev de 274 kesan canê xwe ji dest dane, 1024 kes jî birîndar bûne.

Ebyad, diyar kir ku di encama êrîşên ku di nav hefteya dawîn de hatine kirin de hejmarê birîndaran 5 hezar û 100 kes in.

Artêşa îşxalê, li dijî herêmên başûr ên Libnanê wek Bekaa û Baalbekê bi sedan êrîşa asîmanî li dar xist. (ÎLKHA)