Li Bûrsayê serwîsa karkeran qulipî: 13 birîndar

Li navçeya Înegola Bûrsayê di encama qulipîna mînîbûsa karkeran de 13 karker birîndar bûn.

Ekleme: 23.09.2024 11:05:19 / Güncelleme: 23.09.2024 11:05:19 / Xeberen Kurdi / Bursa Haberleri
Destek için 

Qeza, li Herêma Senayîya Organîze ya Hamzabeya Înegolê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, mînîbûsa di bin îdaîerya M.K. de bû ji ber sedemeke ku hêj nediyare qulipî.

Di encama qezayê de şofêrê mînîbûsê M.K. û 12 karker birîndar bûn. Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û cendermeyê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar ji nexweşxaneyê re hatin rakirin û hat hînbûn ku rewşa birîndaran baş in.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)