Li Sûrîyeyê li dijî baregeha Emrîkaya îşxalker operayon hat lidarxistin

Li bajara Hesekêya Sûrîyeyê, li dijî Baregeha Leşkerîya eş-Şedadîya ku hêzên Emrîkayê di nav de bûn bi roketan operasyon hat lidarxistin.

Ekleme: 23.09.2024 10:55:20 / Güncelleme: 23.09.2024 10:55:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li navçeya Şedadîya bajara Hesekêya Sûrîyeyê, tim û tim li dijî baregeha hewaya leşkerî ya eş-Şedadîyê re operayon têne kirin, doh êvarê jî careke din bi roketan operasyonek hat tertîpkirin.

Hat destnîşankirin ku di encama operasyonê de teqînên mezin pêk hatin.

Di encama operasyonê de derheqê bûyerên mirî an jî birîndarbûnê de tu agahîyek nehat dayîn.

Operasyon ji êrîşên li dijî Xezzeyê re wek bersivek hatîye lidarxistin.

Baregehên Emrîkayê yên li Sûrîye û Iraqê, tim û tim dibin hedefên roket û balafirên bêînsanan. (ÎLKHA)