Li Îranê di madena komir de teqîn: 51 mirî, 20 birîndar

Li Tabasa bajarê Îranê di teqîna li madena komir pêk hat de hejmara mirîyan derket 51an, ji 20an bêhtir jî birîndar hene.

Ekleme: 22.09.2024 18:25:18 / Güncelleme: 22.09.2024 18:25:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li bajarê Tabasa girêdayî wilayeta Horasana Başura Îranê di madeneke komir de teqîn hat meydanê

Muhemmed-Elî Axondîyê Mudûrê Giştî yê Beşa Rêveberîya Qrîza Bajêr ragihand ku, teqîn ji ber xaza metanê ya ku du blokan de bû çêbûye.

Hat ragihandin ku di dema teqînê li blokan de 69 karker hebûn, di belavbûna bi lez a metan û karbon monoksîtê de herî kêm 51 karker di encama fetisînê de jiyana xwe ji dest dan. (ÎLKHA)