Di rêya Newşehîr-Aksarayê de qeza: 18 birîndar

Di qezaya ku li rêya Newşehîr-Aksarayê de di encama qulipîna minibusê pêk hat de 18 kes birîndar bûn.

Ekleme: 22.09.2024 15:45:19 / Güncelleme: 22.09.2024 15:45:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, li rêya Newşehîr-Aksarayê di danên nîvro de pêk hat.

Minibûsa bi plaqaya 07 NEJ 84 ku di bin qontrola Aydin E. de bû û ji Nevşehîrê diçû Alanyayê, ji ber ku şifêr hekîmîyeta direksîyonê winda kir qulipî.

Di encama qezayê de tevî 15 kesên tûrîst 18 kesên ku di minibusê de bûn birîndar bûn.

Li ser agahdayînê ekîbên tendirustî û cendirmeyan hatin sewqkirin li cihê bûyerê. Birîndar piştî mudaxeleyan ewil hatin rakirin nexweşxaneyan. (ÎLKHA)