Mesrûr Barzanî: Em rola aliman teqdîr dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta salvegera 54emîn a damezrandina Yekîtiya Alimên Îslamî ya Kurdistanê peyameke pîrozbayî belav kir.

Ekleme: 21.09.2024 15:35:23 / Güncelleme: 21.09.2024 15:35:23 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Barzanî di peyama xwe de pîrozbahî li serok, endam û hemû alimên dînî kir û di karê wan de hêviya serkeftinê xwest.

Di peyama xwe de weha hat gotin: “Em rola yekitiya alim û meleyan teqdîr dikin. Mesrûr Barzanî. Em hêvîdar in ku ji bo bihêzkirina prensîbên tolerans, hevpejirandin û pêkvejiyana aştiyane di navbera hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê de û micadeleya bi kîn, şîddet û nefretê berdewam bin." (ÎLKHA)