Li Ûgandayê ji Karwana Hêvîyê emeliyata kataraktê

Karwana Hêvîyê ya ku ev demeke li Ûgandayê çalakiyên curbecur ên alîkariyê li dar dixe, gelek nexweşên kataraktê yên ku ji ber faktorên hawirdorê dîtina xwe winda kirine emeliyat kir.

Ekleme: 20.09.2024 16:20:22 / Güncelleme: 20.09.2024 16:20:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ekîba Kerwana Hêvîyê ya ku bi rojan e ji bo xebatên alîkariyê li Ûgandayê ye, piştî projeyên jêkirina qurbanê, şîva Mewlûdê, bernameya avêtina temelê ya mizgefta Şehîd Îsmaîl Heniyê û projeyên bizinên şîrê gelek nexweşên xwe jî emelîyat kirin.

Serokê Giştî yê Karwana Hêvîyê Mehmet Nurullah Gunaydin, der barê projeya ku wan pêk anîne de got ku ji bo nêzî 200 nexweşên kataraktê yên hewcedar îmkana tedawîyê dane.

Gunaydin di axavtina xwe de got, "Di rewşa li vir de bi awayekî ciddî pirsgirêk heye. Piştî ku nexweşên tên nexweşxaneyê tên kontrolkirin, dibin salona emeliyatê û emeliyatên wan tên kirin. Wekî ku doxtoran diyar kirin, li vir nexweş zêde ne û pêwîstiya me bi piştgiriyê heye. Ji bo dermankirina wan, em jî ji nêz ve hatin û me rewşek cidî dît. Ji ber vê yekê em ji xêrxwazan daxwaz dikin ku alîkariyê bikin." (ÎLKHA)