Li Îtalyayê felaketa lehîyê

Ba û şilîya ku li bakurê Îtalyayê tesîrdarîya xwe zêde kir bû sedema lehîyê.

Ekleme: 20.09.2024 09:20:19 / Güncelleme: 20.09.2024 09:20:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat îfadekirin ku li herêma Emilia-Romagna ya Îtalyayê ba û barana ku bi dijwar in bûn sedema lehîyê.

Ji ber lehîya ku bi rabûna sê newalan pêk hat gelek kolan û tax di bin avê de man, bi hezaran mirov jî hatin tehlîyekirin.

Hat îfadekirin ku di encama lehîyê de seferên trênê hatin sekinandin û li herêmên Bologna, Forli, Cesena, Rimini û Ravennayê jî ji perwerdehîyê re navber hat dayîn.

Hat ragihandin ku lehî herêmên Toskana û Marcheyê jî tesîrdar kirîye. (ÎLKHA)