Li 23 bajaran li dijî DAÎŞê operasyon hat lidarxisitn: 88 binçavî

Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, desntîşan kir ku li 23 bajaran li dijî DAÎŞê ev bû 5 roj e bi navê “Gurz-15” operasyon tên li darxistin, di encamê de 88 şikdar hatin binçavkirin.

Ekleme: 20.09.2024 09:09:34 / Güncelleme: 20.09.2024 09:09:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezîr Yerlîkaya li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyand û îfade kir ku, di koordînasyona Serokatîya Daîreya Micadeleya bi Terorê û Serokatîya Îstîhbarat a Midûrtîya Giştî ya Ewlehîyê de ji teref Midurtîyên Ewlehî ya Bajêr ve li Edene, Enqere, Entelya, Çewlig, Bûrsa, Çorim, Dîyarbekir, Xarpêt, Eskîşehîr, Xetay, Stenbol, Qeyserî, Qirikkale, Qirşehîr, Kîlîs, Qocaelî, Qonye, Manîsa, Ordû, Seqerya, Sêrt, Sêwas û Tekîrdagê li dijî DAÎŞê operasyon hatin lidarxistin.

Yerlîkaya destnîşan kir ku di encama operayonên ku di nav 5 rojên dawîn de li 23 bajaran hatin lidarxistin de 88 şikdar hatin binçavkirin. (ÎLKHA)