Karwana Hêvîyê li Rihayê ji bi hezaran malbatan re zexîreyê belav kir

Karwana Hêvîyê ku di navbera mihtac û xêrxwazan de wezîfeya pirê dibîne, li Rihayê ji malbatên êtîm û sêwîyan re zexîreyê belav kir.

Ekleme: 19.09.2024 13:45:19 / Güncelleme: 19.09.2024 13:45:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Karwana Hêvîyê, her meh rihê biratî û alîkarîyê zindî dihêle.  Bi taybetî ew ji malbatên êtîm û mihtac re alîkarîyên wek cil û bergan, paqijî û zexîreyê dikin.

Ev xebatên Karwana Hêvîyê jî di nav civakê de gelek bi kêfxweşî tê pêşwazîkirin.

Serokê Komeleya Rihayê yê Karwana Hêvîyê Mahmut Çelîk derheqê xebatê de îfade kir ku ew bi desteka xêrxwaza ji êtîm û sêwîyan re alîkarîyê dikin. (ÎLKHA)