El Cezîre: Ji cîhazên ku li Libnanê teqîyan re ji berê ve teqemenî hatin bicîhkirin

El Cezîre îfade kir ji cîhazên ku li Libnanê teqîyan û bûn sedema şehîdbûn û birîndarbûna 2 hezar û 800 kesan re ji teref Mossadê ve ji berê ve teqemenî hatibû bicîhkirin.

Ekleme: 18.09.2024 09:50:22 / Güncelleme: 18.09.2024 09:50:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî çavkanîyên Libnanê yên El Cezîreyê, ji cîhazên ku teqîyabûn re ji berê ve teqemenî hatibûn bicîhkirin.

Li gorî îddayan giranîya teqemenîyeke ku hatibû kirin nav cîhazekî “20 gram” bûye û berîya 5 mehan ji cîhazên ku hatibûn îthelkirin re hatibû bicîhkirin.

Rayedaran niha lêkolîn dikin ku wan teqemenîyan çawa hatine aktîfkirin.

Xeyn ji vê xeberê Sky News Arabia jî ji çavkanîyekî bidestxistîye û îfade kir dibe ku Mossadê teqemenîyên bi navê “pentaeritritol tetranitratı” kirîye nav pîlên cîhazan. Hat diyarkirin ku îstîxbarata îşxalê ji dûrîtî ve germahîya pîlan zêde kirîye û bûye sedema teqînê.

Li gorî Wezareta Tenduristîyê heta niha yek jê zarok 10 kes şehîd bûne, nêzê 2 hezar û 800 kes jî birîndar bûne.

Di daxuyanîya ku ji teref Hîzbullahê ve hatibû belavkirin de jî hat îfadekirin ku di êrîşê de bi tevî endamên wî sîvîl jî zerarê dîtine û ji vê êrîşê jî îşxalkeran mesul girt û ew ê ji êrîşê re bersivê bidin. (ÎLKHA)