Li Artvînê rêya 32 gundan hatin girtin: Maseya krîzê hat sazkirin

Li Artvînê ji ber hezaz û lehîya ku ji şilîya zêde çêbûn, rêya 32 gundan hatin girtin.

Ekleme: 17.09.2024 14:40:23 / Güncelleme: 17.09.2024 14:40:23 / Xeberen Kurdi / Artvin Haberleri
Destek için 

Li bajêr, ji doh seatên nîvroyê vir ve baran bi dijwarîya xwe dibare ji ber vê yekê li Arhavîyê 18, li Borçkayê 8 û li Hopayê jî rêya 6 gundan hatin girtin.

Hat diyarkirin ku li Arhavîyê sîteya senayîyê û yûrdekî xwendekaran hatine tehlîyekirin.

Walîyê Artvînê Cengîz Ûnsal, ji ber lehîyê çû navçeyên Arhavî û Hopayê, li herêmê lêkolînan kir.

Walî Ûnsal weha got, “Li giştîyê bajarê me û li navçeya me ya Arhavîyê ji bona ku ji bûyerên acîl re midexeleyeke acîl û tesîrdar bêne kirin me tedbîran girtîye. Ji bo ewlehîya welatîyên me ekîbên me dixebitin.” (ÎLKHA)