Qralê Mexrîbê 638 mehkûm û girtîyan efû  kir

Qralê Mexrîbê Muhemmedê 6emîn, ji bo 638 mekhûm û girtîyan biryarnameya efûyê derxist.

Ekleme: 16.09.2024 11:10:18 / Güncelleme: 16.09.2024 11:10:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Edaleta Fasê ve hat belavkirin de, hat îfadekirin ku bi minasebeta “Mewlûda Nebî” Qralîyet efûyê derxist û ew efû 638 kesan di nav xwe de dihewîne.

Hat îfadekirin ku ji mehkûman 25 kes ji cezayên xwe hatin muefgirtin, 453 kes jî di cezayên wan de îndîrîm hatîye kirin.

Hat hînbûn ku derheqê 3 kesên ku cezayên wan ên miebbetê heye de îndîrîm hatîye kirin, 157 kesên ku bêgirtî dihatin darazandin jî hatine beraatkirin.

Li gorî maddeya 58emîn a Makeqanûna Fasê Qral dikare ji mehkûman re biryara efûyê derbixe.

Qralê Fasê Muhammed, di rojên muhîm û cejnan de ev desthilatîya xwe bikartîne. (ÎLKHA)