Topvanên îşxalê li herêma Mewasîya Refahê maleke aîdê “el-Berdewîl” bombe kirin. Di encamê de 5 Fîlîstînî şehîd bûn.
Artêşa îşxalê li Kampa Nuseyratê jî malbata “Akl” hedef girtin û di encamê de Fîlîstînîyekî şehîd bû, gelek kes jî birîndar bûn.
Di encama êrîşa rejîma îşxalker de ku ji 7ê Cotmehê vir ve didomîne li Xezzeyê herî kêm 16 hezar û 715 jê zarok, 11 hezar û 308 jê pîrek tev de 41 hezar û 118 Fîlîstînî şehîd bûn, 95 hezar û 125 kes jî birîndar bûn.
Leşkerên îşxalê, li Şerîaya Rojavayê jî 4 Fîlîstînîyan birîndar kirin. Leşkerên sîyonîstan, li bajaroka Ez-Zahîrîyyeya başûrê El Xelîlê êrîş li dar xist.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Hîva Sor a Fîlîstînê ve hat belavkirin, di dema êrîşê de pevçûn pêk hatîye û 2 leşkerên îşxalê jî di encama pevçûnê de birîndar bûne, 2 kes jî ji ber şerapnelê birîndar bûn. (ÎLKHA)