Serokkomarê Îranê, bi Barzanî re hevdîtinê kir

Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkîyan,  li Hewlêrê bi Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtinê kir.

Ekleme: 12.09.2024 15:05:20 / Güncelleme: 12.09.2024 15:05:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Pezeşkîyan, di çarçoveya zîyaretên xwe yên li Iraqê de li Herêma Kurdistanê bi Barzanî re hat cem hev.

Di hevdîtina ku li ser meseleyên Iraq û herêmî de gotûbejan hat kirin de, bal hat kişandin ku bila koordînasyona sîyasî, aborî û çandî ya di navbera Komarîya Îslam a Îranê û Herêma Kurdistanê de heye bê pêşvebirin.

Hat destnîşankirin ku Pezeşkîyan di vê hevdîtinê de Barzanî bi fermî dawetî Îranê kir.

Serokkomar Pezeşkîyan û rayedarên paye bilind ên Îranê, dema ku hatin Hewlêrê bi rayedarên Herêma Kurdistanê re ketin nav civînekî.

Pezeşkîyan vê sibe çû Hewlêrê û ji teref Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve li balafirgehê hatibû pêşwazîkirin. (ÎLKHA)