Sekreterê Giştî yê UNWRAyê Guterres: Di êrîşa îsraîlê ya li dibistana UNRWAyê de 6 personel mirin

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres ragihand ku artêşa îşxalker êrîşî dibistana UNRWA ya ku sivîlên ji Kampa Nusayrat a li navenda Xezzeyê ji cîhê xwe bûne û ji wan re bûye cîh û war, pêk anîn.

Ekleme: 12.09.2024 10:09:33 / Güncelleme: 12.09.2024 10:09:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Guterres di peyama xwe ya ku li ser hesabê xwe yê Xê parve kir da destnîşan kir ku di êrîşê da 6 personelên Neteweyên Yekbûyî mirin.

Guterres bal kişand ku “Tişta ku li Xezzeyê qewimî bi tevahî nayê qebûlkirin.” û îfade kir ku îşxalkeran êrîşeke hewayî li ser dibistaneke UNRWA ku ji stargehekî re vegerîya ye û nêzê 12 hezar kes tê de diman, kir.

Guterres destnîşan kir ku divê ev binpêkirinên eşkere yên hiqûqa însanî ya navneteweyî tavilê bi dawî bibin. (ÎLKHA)