Helîkoptereke aîdê rejîma îşxalker li Refahê ket xwarê: Mirî û birîndar hene

Helîkoptereke aîdê artêşa rejîma îşxalker li Refaha Xezzeyê ket xwarê, di encamê de 2 sîyonîst mirin, 7 sîyonîst jî birîndar bûn.

Ekleme: 11.09.2024 13:30:20 / Güncelleme: 11.09.2024 13:30:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref artêşa îşxalê ve hat belavkirin de li Refahê helîkopterekî leşkerî di dema tehlîyekirina birîndarekî de ketîye xwarê.

Hat destnîşankirin ku helîkopter di seat 00.32yan de ketîye xwarê.

Di encama bûyerê de li gorî diyarîyên ewil 2 îşxalker mirine, 7 îşxalker jî birîndar bûne.

Di daxuyanîya ku ji teref artêşa îşxalê ve hat belavkirin de tê îdîakirin ku sedema ketina helîkopterê ne çalakîya berxwedanê ye. (ÎLKHA)