Rejîma sîyonîst ji êvarê heta serê sibehê êrîşî Fîlîsîtnîyan kir: 27 şehîd

Rejîma îşxalker a sîyonîst li Xezzeyê qirkirin û qetlîamên xwe didomîne, ji êvarê heta serê sibehê êrîşên xwe berdewam kir û 27 Fîlîstînîyan şehîd kir.

Ekleme: 11.09.2024 11:15:22 / Güncelleme: 11.09.2024 11:15:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qirkirin û qetlîamên rejîma îşxalker a li Xezzeyê berdewam dike.

Îşxalkeran ji êvarê heta serê sibehê herêmên ku sîvîl li wê derê dijîn bombe kir.

Li gorî xebera WAFAyê, li Taxa Huzaaya Xan Yûnisê li dijî mala malbata “el-Karafî”yê êrîş li dar xist û di encamê de 13 Fîlîstînîyan şehîd kir, gelek kes jî birîndar bûn.

Li peravên Mewasîya Xan Yûnisê jî botên hicumê ya îşxalkeran êrîşan li dar xistin û masîvanekî hat qetilkirin.

Di êrîşa ku li Kampa Penaberan a Cîbalîyeyê hat lidarxisitn de jî 3 jê zarok, 2 jê pîrek tev de 9 kes şehîd bûn.

Di encama hedefgirtina mala malbata “Ebû Uteyvîyê” de jî 4 Fîlîstînî hatin qetilkirin û 11 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)