Li Sûdanê şoba Kolerayê: Hejmarê mirîyan derket 235an

Li Sûdanê ji ber Şoba Kolerayê hejmarê mirovên ku canê xwe ji dest dane derket 235an, hejmarê weqayan jî derket 6 hezar û 618an.

Ekleme: 11.09.2024 09:25:18 / Güncelleme: 11.09.2024 09:25:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezareta Tenduristî ya Sûdanê, daxuyand ku hejmarê weqayê derket 6 hezar û 618an, hejmarê mirovên ku canê xwe ji dest dane jî derket 235an.

Hat destnîşankirin ku li Sûdanê di meha Hezîranê de ji ber lehî û şilîya ku tesîrdar bûye, kolera belav dibe.

Rayedaran di 12ê Tebaxê de kolerayê wek şobê îlan kiribûn. (ÎLKHA)