Li Gîne Bîssauyê 2,63 ton kokaîn hat bidestxistin

Li Gîne Bîssauyê hêzên ewlehîyê, li Balafirgeha Navneteweyî ya Bîssauyê di nav balafireke ku ji Venezuelayê hatibû de 2,63 ton kokaîn bidestxistin.

Ekleme: 10.09.2024 16:30:20 / Güncelleme: 10.09.2024 16:30:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di lêgerîna ku di balafirgehê de hat kirin de, di balafira ku qeyda wê li ser Meksîkayê ye de 78 balya kokaîn hat tespîtkirin. Ev reqem di dîroka Gîne Bîssauyê reqema herî mezin hatîye diyarkirin.

Hat destnîşankirin ku bi tevî balafirvanê balafirê 5 mirettebat hatin binçavkirin. Hat ragihandin ji wan mirovan du kes welatîyê Meksîkayê, yên dinê jî welatîyên Kolombîya, Ekvador û Brezîlyayê bûne. (ÎLKHA)