Berdevk û Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli; derheqê meseleyên êrîşên ku li ser meseleya Narîn ji wan re têne kirin, keştîya Emrîqayê, qirkirina ku li Xezzeyê berdewam dike û zîyareta Sîsî yê ku li Tirkîyeyê kirîye de nirxandina partîya xwe parve kir.
Ramanli di daxuyanîya xwe de weha got, “Ev bû çend roje em li hêvîya bi saxîtî dîtina Narîn de bûn lê mixabin qîza me Narîn Guran bi mirîkî hat dîtin. Hêvîyekî me û Tirkîyeyê tenê heye ku em dixwazin bi lez û bez failên ku qîza me qetil kirine bêne dîtin û cezayên giran bistînin. Ji bona ku di vê pêvajoyê de meqamên darazê cîhekî reş a vê bûyerê nemîne encam bikin em ê wek HUDA PARê şopînerê vê dozê bin.”
Ramanli di berdewama axavtina xwe de îfade kir yên ku hîn bûne ku li ser jan û êşên civakê menfeatên sîyasî bidestbixin li ser partîya wan peyamên îftîra û derewan belav dikin, “Narîn, wek gelek zarokên me yên ku hatine qetilkirin tenê ji axê re nehatîye emanetkirin ew ji dilê me re jî bûye emanetekî. Ji bona ku Narîneke dinê jî ji vê jîyanê neyê veqetandin belavkirina wijdan, merhamet û başîtîyê wezîfeya me hemûyan e û em ji vêya mesul in. Encax em ê bi vê şeklê dikaribin daxkirina dilê me ya ji teref canîyên ku ji însanîyetê nisîbê xwe nestîne re bibin asteng û aştîya maînde tesîs bikin. Encax de ka werin hûn lê binêrin wan kesên ku li ser êş û janên civakî dixwazin menfeatên sîyasî bidestbixin weka berê îro jî partîya me hedef digrin û gelek peyamên derew û îftîrayan belav dikin. Mirovê ku bidîqet be û çavê wî pêşîya wî tenê nabîne ew ê ferq bike ku ev îftîrayên alçax ji navendekî tê îdarekirin. Ev navend jî kîye an jî ku der e bi rastî ji teref hemû kesan ve melum e.”
“Em ê ji wan kesên ku heqaretê dikin, îftîrayan dikin û weşanên dezenformasyonê belav dikin li ber hiqûqê hesabê bipirsin, em ê ji hemû kesan bipirsin ku van tiştên kirine wê li cem wan nemîne”
Ramanli di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku şopînerekî medyaya civakî ya bi navê “Haber îsraîl” weşanek wek “APÊ QÎZIKÊ HEM MIXTAR HEM XOCEYÊ KURSA QURANÊ HEM JÎ ENDAMÊ HUDA PARÊ YE, QEDEXEKIRINA WEŞANÊ JÎ JI BER VÊ YE… Bi vê gotinê êdî HUDA PAR hat hedefgirtin.”
Ramanli weha dewam kir, “Însanekî ku eqlê wî normal be jî, yanê ne hewceye ku eqlê wî zêde be an jî yekî zekî be ew ê fêhm bike ku mirovekî di heman demê de nikare bibe mixtar, xoceyê kursa quranê û endamê partîyekî sîyasî. Lê armanc tiştekî dinê ye… Armanc; ev çeteya sîyonîst ku partîya me kirîye hedef dixwaze ku zerarê bide îtîbara partîya me û partîya me li ber raya giştî reş bike, ji bo vêya jî kampanyayek dane destpêkirin û ew jî serê vê kampanyayê dikşînin.
Bi zanatî an jî nezanî gelek kes aletê van derew û îftîrayan bûne. Helbet em ê ji wan kesên ku heqaret, îftîra û dezenformasyonê kirine çawa ku berê li ber hiqûqê hesabê dipirsîyan wê îro jî bipirsin û em ê nîşan bidin ku wan tiştên kirine ew ê li cem wan nemîne. Serokatîya Karên me yên Hiqûqê di vê meseleyê de lez û aksîyoneke tesîrdar girtîye û derheqê mufterîyan de karên qanûnî yên ku hewcene dane destpêkirin.
Navendên manîpulasyon a sîyonîstan navê xwe veşêr nadin û peyamên ku armanc dike HUDA PARê reş bike davêjin, heman peyam jî ji teref derdorên Kemalîst û çepgiran û hesabên ku nêzê PKKê ne ve jî hatine parvekirin, ev jî careke din nîşan dide ku ev îftîrayên alçaxî bi şekleke organîzeyî tê kirin.”
“HUDA PARê ji ber ku got ‘Ez di welatê xwe de sîyonîst naxwazim’ hat hedefgirtin”
Ramanli destnîşan kir ku “Raya giştî, sedema îftîrayên artêşa trol ên ku bi CHP, DEMê re girêdayî dixebitin û tehdîdên Qendîlê baş dizane.” Dûre Ramanli weha axavtina xwe zêde kir:
“HUDA PARê, daîma anîye ziman ku ew ji bawerîya xelkê me û nirxên çanda xelkê me re rûmetê nîşan dide û ji bo parastina van nirxan jî gelek ehemmîyetê dide. HUDA PARê, makeqanûneke nû ya sîvîl û adil ku di bingeha hemwelatîya heman û azadîyên ku hatine bin parastinê de daxwaz dike. HUDA PARê, bi gotina ku ‘Ez li welatê xwe sîyonîst naxwazim’ xwestîye ku hemwelatîyên dualî yên ku hevparê qirkirinê bûne ji hemwelatîyê bêne derxistin, bila ew kesan bêne darazandin û dest bê dayîn li ser malên wan, bi van daxwazan ji Meclîsê re qanûnekî pêşkêş kirîye. Sedema ku HUDA PAR hatîye hedefgirtin ev e.”
“Sîyonîzm û xulamên wan çi dikin bila bikim em ê li cem xelkê Fîlîstînê yê mezlum bin”
Ramanli di vê meseleyê de herî dawîn weha got, “Navenda êrîşên li dijî HUDA PARê rejîma îşxalker a sîyonîst e. Van tiştên ku em dibînin û dijîn, nîşan dide ku lobîyeke çapemenî û sîyasetê ya sîyonîzmê li Tirkîyeyê bi qewet e û gelek maşikên wan hene, ev tişt pirsgirêkeke ewlehîya netewî ye. Divê di vê meseleyê de hemû tedbîrên di warê hiqûqî, sîyasî û ewlehîyê de bi lez û bez bêne girtin. Sîyonîzm û xulamên wan çi dikin bila bikim em ê wek HUDA PARê li cem xelkê Fîlîstînê yê mezlum bin.”
“Li Xezzeyê ji 7ê Cotmehê vir ve hejmarê şehîdan derketîye 40 hezar û 878an”
Di daxuyanîyê de Ramanli derheqê rojeva derve de jî axivî û weha got:
“Di êrîşên ji roja 7ê Cotmehê vir ve de 17 hezar jê zarok, 12 hezar jê pîrek tev de 40 hezar û 878 kesan hatine şehîdkirin. Ev jî nîşana qirkirina çeteya îşxalkeran e. Digel vêya serokwezîrê qaşo yê sîyonîstan netenyahu şerm nake ku dibêje li Xezzeyê mirina sîvîlan ne zêde ye. Dinya di navbera sîyonîstên ku wan qetlîaman dikin û Emrîqaya ku ji bo sîyonîst qetlîamên xwe bike ji sîyonîstan re çekan dişîne de asê maye. Pozîsyona welatên herêmê ya wek di îşxala Efxenistan û Iraqê de temaşevanbûn, hetta destekê didan îşxalkeran, îro ew ê bibe sedema esareta Xezzeyê lê ew ê sibe jî bibe sedema cîhekî dinê.”
“Divê bi lez û bez keştîya leşkerî ya Emrîqayê ku hatîye Tirkîyeyê ji welat bê qewirandin û polîtîqaya li hember qirkirinê jî bê zelalkirin û eşkerekirin”
Ramanli bang kir ku bila bi lez û bez keştîya Emrîqayê ku li Bendera Îzmîrê cîh girtîye bê qewirandin, “Divê em wek xelkên Misilman ji bona ku hikumet li hember sîyonîstan gavên ku wan ji rêya wan veguherîna bavêjin zextê li ser wan bikin, divê hikumetan ji bona ku qirkirinê bidin sekinandin bi lez û bez gavên ku bi çavan têne dîtin bavêjin û dest bi hereketê bikin. Wijdana însanî li Rojavayê şîyar bûye û ev wijdan bi qismî be jî bûye sedema biryarên ambargoyê. Divê xelkên Misilman jî Xezzeyê bîrva nekin û di her firsedê de vê meseleyê bidin ber rayedaran ku bila muhasebeya wijdanê bikin. Xeyn ji vêya hatina keştîya Emrîqayê a ji Bendera Îzmîrê re jî wijdana civakê birîndar kirîye. Divê Tirkîye vê keştîyê bi lez û bez biqewirîne û li hember qirkirinê jî polîtîqayên xwe zelal û eşkere bike.”
“Divê nêzbûna ku bi bireveberîya derbekaran re hatîye destpêkirin di nav hinek sînor û şertan de be û ji bo dawîkirina zexta li ser xelkê Misirê bibe wesîle”
Ramanli di axavtina xwe de hatina Sîsîyê derbekar ê ku li ser daweta Serokkomar Erdogan hatibû Tirkîyeyê jî nirxand û weha got, “Serokkomarê derbekar ê Misirê Abdulfettah Es-Sîsî li ser daweta Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan cara yekem hatîye Tirkîyeyê û di navbera du welatan de 17 peyman hatine îmzekirin. Wijdanên ku piştî derbeya ji teref Sîsî ve hatîye kirin ku li Misirê Muhammed Mursî şehîd kiribû û piştî şehadeta Mursî polîtîqaya êrîş û zextê bikartîne birîndar bûbû hêna jî xwînê dirijîne. Di vê pêvajoya ku li Xezzeyê qirkirin berdewam dike de dibe ku ji bo wehşeta sîyonîst micadele bê kirin pirsgirêkên navbera xwe bikin nav sarincê. Encax ev nêzbûna ku bi bireveberîya derbekar re tê kirin di nav hinek sînor û şertan de be û ji bo dawîkirina zexta li ser xelkê Misirê bibe wesîle.”
“Divê qedexeyên li ser Tevgera Îxwanê bêne rakirin û ji siberoja sîyasî ya li Misirê re divê solên leşkerî qerarê nedin, xelk bi xwe qerarê bide”
Ramanli îfade kir ku endamên Tevgera Îxwanê ku li Misirê girtîbûna wan berdewam dike û mirovên ku hemberî derbeyê ne bêne serbestberdan û ew ji siberoja sîyasî ya Misirê re biryarê bidin:
“Zexta ku di sala 2013an de li Misirê piştî derbeya xwîndar dest pê kiribû hêna jî li ser xelkê Misirê berdewam dike, di serî de Tevgra Îxwanê rîspîyên sîyaset, akademî û civaka sîvîl bi îddîayên derew di hefsê de têne girtin, cezayên giran ku hetta cezayên îdamê ji wan re tê dayîn û hemû fealîyetên tevgerê têne astengkirin.
Bila bê zanîn ku zêhnîyeteke ku bi xelkê xwe re normal nebûye, daxwazîyên xelkê ya ku mafdar û heqdar in bi polîtîqayên şîddet û zextê serkut dike di meseleyên herêmî de jî ewlehîya qoltixê bide pêşîya xwe.
Divê Tirkîye di vê pêvajoya ‘normalbûyînê’ de zextên li ser xelkê Misirê bide dawîkirin, ji bona ku hemû serok û endamên ku hemberî derbeyê ne bêne serbestberdan pêşîvanîyê bike. Qedexeyên li ser tevgerê bêne rakirin û ji siberoja sîyasî ya Misirê re jî divê solên leşkerî qerarê nedin xelk bi xwe qerarê bide.” (ÎLKHA)