Li Semsûnê 2 karker di bin kavilan de man

Li navçeya Bafraya Semsûnê 2 karkerên ku di xebata vekirina bîra avê de dixebitîyan di bin kavilan de man, ji bo xelaskirinê xebat hatin destpêkirin.

Ekleme: 10.09.2024 14:40:19 / Güncelleme: 10.09.2024 14:40:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, li alîyê Çinarlika Taxa Evrenuşagiya navçeyê di erdekî findiqan de bîra avê dihat vekirin, di encamê de ax herikî.

Hat diyarkirin ku di herikîna axê de Sabrî B. û Mustafa A. di bin axê de man.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên AFAD, UMKE, cenderme û îtfaîyeyê hatin sewqkirin û ekîban dest bi xebatê kirin. (ÎLKHA)