Li Bangladeşê weqayên Şoba Dangê zêde dibe

Midurtîya Giştî ya Xizmetên Tenduristî ya Bagnladeşê, daxuyand ku di nav 24 seatên dawîn de ji ber şoba Dangê kesekî canê xwe ji dest da, 463 weqayên nû jî hatin tespîtkirin.

Ekleme: 09.09.2024 11:30:23 / Güncelleme: 09.09.2024 11:30:23 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Midurtîya Giştî ya Xizmetên Tenduristî ya Bagnladeşê, di daxuyanîya ku belav kir de îfade kir ku 463 kesên ku di wan de weqaya şoba Dangê hat tespîtkirin ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Hat diyarkirin ku heta niha ji ber şoba Dangê 96 kes mirine, hejmarê weqayê a vê salê jî gihaştîye 15 hezar û 670an.

Li giştîyê welat hezar û 582 kes bi şoba Dangê ketine û di nexweşxaneyan de tedawîyê dibînin. (ÎLKHA)