Di tehqîqata Narîn de hejmarê binçavîyê derket 24 kesan

Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç weha got, “Otopsîya Narîn Guran a ku li Dîyarbekirê laşê wê hat bidestxistin dawî bû. Muameleyên îfadeyê yên ku hatine binçavkirin berdewam dike. Di çarçoveya tehqîqatê de hejmarê mirovên ku hatine binçavkirin derket 24 kesan.”

Ekleme: 09.09.2024 10:15:04 / Güncelleme: 09.09.2024 10:15:04 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç, li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de weha got:

“Di çarçoveya tehqîqata ku ji teref Serdozgerîya Komarîya Dîyarbekirê ve derheqê mirina qîzika me Narîn Guran a ku dilê me pê şewitî de hatibû vekirin de, piştî mirina wê ji bona ku sedema mirina wê bê tespîtkirin ji teref pisporên Sazîya Tip a Edlî ya Dîyarbekirê ve karê ku di seat 10.30yan de dest pê kiribû di seat 21.40an de dawî bû.

Di karê otopsîya ku ji teref lijneya tip a edlî ya pispor ve hat kirin de, hewceye ku li ser nimûneyên ku hatine girtin hinek lêkolînên wek kîmyewî, bîyolojîkî, patolojîkî û hinek tiştên dinê bêne kirin.

Ji ber vê yekê lêkolîna van nimûneyan a hinekên wan ji teref Serokatîya Koma Tip a Edlî ya Dîyarbekirê ve û hinekên wan jî ji teref Serokatîya Koma Tip a Edlî ya Stenbolê ve bêne kirin û dûre ew ê sedema kesîn a mirinê bê raporkirin.

Di vê merhaleya tehqîqatê de muameleya îfadeyê mirovên ku hatine binçavkirin berdewam dike.

Her hûrgilî bi hendazeyî tê lêkolînkirin, di çarçoveya vêya de kesekî dinê jî hatîye binçavkirin, bi tevî vêya hejmarê mirovên ku hatine binçavkirin derket 24 kesan.

Ew ê kes an jî wan kesên ku bûne sedema mirina qîza me ya Narîn li ber edaletê hesabê bidin û wê nikaribin birevin.” (ÎLKHA)