Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 40 hezar û 972yan

Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir va ji teref siyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 40 hezar û 972yan û hejmara birîndaran jî derket 94 hezar û 761ê..

Ekleme: 08.09.2024 16:25:18 / Güncelleme: 08.09.2024 16:25:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê der barê hejmara şehîd û birîndarên li Xezzeyê yên di êrişên siyonîstên îşxalker ku di roja 338emîn de berdewam dike de agahî da.

Li gorî vê yekê rejîma îşxalker di 3 qetlîamên 24 saetên dawîn de 33 kes şehîd kirin û 145 kes jî birîndar kirin.

Wezaretê destnîşan kir ku ji 7ê cotmehê vir va li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 40 hezar û 972yan û hejmara birîndaran jî derket 94 hezar û 761ê..

Di daxuyaniyê de hate gotin ku hîna gelek qurbanî di bin kavilan de ne û li ser rêyan mane, lê rejîma dagirker rê nedaye ku ambulans û tîmên berevaniya sivîl xwe bigihînin wan. (ÎLKHA)



Etiketler: