Walîyê Diyarbekirê derheqê Narîna ku kuştî hat dîtin de daxuyanî da

Murat Zorluyê Walîyê Diyarbekirê derheqê Narîna 8 salî ya ku berî vê 19 rojan li gundê Tavşanliya Diyarbekirê winda bûbû û îro cenazeya wê hat dîtin de daxuyanîyek belav kir.

Ekleme: 08.09.2024 15:05:19 / Güncelleme: 08.09.2024 15:05:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Walî Zorlu di daxuyanîya ku da de destnîşan kir cenazeya Narîn Guran îro di seat 08.45an de di çemê ku kîlometreyekî dûrî gund e hatiye dîtin û dûre wiha got: “Li gorî malûmayên ewil Narîn piştî ku hatiye kuştin ceseda wê hatiye xistin nava çûwalekê û dûre di nava çem de hatiye veşartin.”(ÎLKHA)