Bi deh hezaran îşxalker bi taleba peymana pevguhartina êsîran daketin kolanan

Hat ragihandin di serî de li Tel Avîva ku di bin  îşxalê de ye û her wisa li gelek herêm û bajarên din ên îşxalkirî bi deh hezaran îşxalker bi taleba peymana pevguhartina êsîran daketin kolanan.

Ekleme: 08.09.2024 11:05:20 / Güncelleme: 08.09.2024 11:05:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Xwepêşandêr ji hikûmeta Binyamîn Netanyahuyê îşxalker daxwaz kirin ku berî kêlîkê peyman bê kirin da ku êsîr bên pevguhartin

Xwepêşandêr li Tel Avîv û Hayfayê hinek rêyan ji trafîkê re girtin.Televîzyona Kanal 12 ku kanal medyaya îşxalê ye derbarê xwepêşana ku hat lidarxistin de got ku heta îro xwepêşaneke wisa qelebalix nehatiye kirin.(ÎLKHA)