Li Pakistanê 4 xwekujên ku teşebûsa êrîşê dikirin hatin kuştin

Li bakurojavaya Pakistanê, hêzên ewlehîyê 4 xwekujan kuştin.

Ekleme: 07.09.2024 17:30:19 / Güncelleme: 07.09.2024 17:30:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li wîlayeta Xeyber Paxtunwaya Pakistanê li dijî leşkergehekî êrîşek hat lidarxistin û ji teref hêzên ewlehîyê ve pêşîya êrîşê hat giritn.

Di daxuyanîya ku ji teref artêşê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ku bûyer, li navçeya Mohmandê pêk hat û 4 êrîşdar li dijî leşkergeha Mihafizên Sînor teşebûsa êrîşê kirin.

Hat destnîşankirin ku êrîş ji teref leşkeran ve hat astengkirin û bombe negihaşt armanca xwe.

Hat ragihandin ku li herêmê ji bona ku mîlîtanan bikujin operasyon hat destpêkirin. (ÎLKHA)