Li Kenyayê di dibistanekî de şewat derket: 17 xwendekar mirin

Li Kenyayê di dibistanekî bi navê "Hillside Endarasha Primary"ê de şewat derket, di encama şewatê de herî kêm 17 xwendekar canê xwe ji dest dan, gelek xwendekar jî giran birîndar bûn û ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Ekleme: 07.09.2024 10:25:19 / Güncelleme: 07.09.2024 10:25:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin li navenda Kenyayê di dibistanekî de şewat derket, herî kêm 17 xwendekar canê xwe ji dest dan.

Hat îfadekirin ku gelek xwendekar bi ji ber şewatên giran giran birîndar bûne, ji ber zêdebûna hejmarê mirîyan jî endîşe tê kirin.

Polês daxuyand ku sedema şewatê tê legerînkirin.

Serokê Kenyayê William Ruto jî şewata ku derket wek “xofdar” û “xeraker” wesifand û emir da ku bila tehqîqat bê destpêkirin, wî îfade kir ku ew ê ji mesulan hesab bê pirsîn. (ÎLKHA)