Îşxalkeran dîsa qetlîam kirin: 10 şehîd, bi dehan birîndar

Hat ragihandin siyonistên terorîst û îşxalker sîwîlên li Kampa Nusayratê diman bomberan kirin. Li gorî agahîyên ewil di qetlîamê de 10 kes şehîd bûn û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 06.09.2024 17:35:05 / Güncelleme: 06.09.2024 17:35:05 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin siyonistên terorîst êrîş birin li ser wan herêmên ku lê sîwîl diman. Di nav cihên ku êrîş lê hat kirin de cihekî ku qaşo jê re herêma bi ewleh tê gotin jî heye.

Derbarê qetlîama ku hat kirin de ji teref Nexweşxaneya El-Awde û Midûrtîya Parastina Sîwîl a Xezzeyê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin; di qetlîamê de 2 jê pîrek, 2 jê zarok bi tevahî 10 kes şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)