Li Xezzeyê qirkirin: Hejmara şehîdan gihaşt 40 hezar û 819an

Hat diyarkirin ku hejmara Filistîniyên ku di êrîşên ku ji teref rejîma siyonîst a îşxalker ve li ser Xezzeyê hatin kirin de şehîd ketin derket 40 hezar û 819an.

Ekleme: 03.09.2024 17:09:47 / Güncelleme: 03.09.2024 17:09:47 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Artêşa qaşo rejîma îşxalker a siyonîst li Şerîda Xezzeyê qetlîam û jenosîda xwe didomîne.

Di daxuyaniya ku ji teref Wezareta Tenduristiye ya Filistine ve li Xezzeye hat dayin de hat diyarkirin ku di erişen ku di 24 saeten dawin da li Xezzeye ji aliye îşxalkeran ve hatin kirin de 33 kes şehid ketin û 67 kes birindar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ragihand ku heta niha 40 hezar û 819 kes di êrişên rejîma îşxalker a siyonîst de şehîd bûne.

Hat diyarkirin ku hejmara birîndaran derket 94 hezar û 291an. (ÎLKHA)