Sîyonîstên îşxalker dîsa sîvîlan hedef girt: 11 şehîd

Li bakurê Xezzeyê sîyonîstên îşxalker dîsa êrîşî dibistanekî ku Fîlîstînîyên sîvîl xwe sipartibûn kir, di encama êrîşê de 11 Fîlîstînî şehîd bûn.

Ekleme: 02.09.2024 10:05:23 / Güncelleme: 02.09.2024 10:05:23 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Taxa Zeytûna rojhilata Xezzeyê Fîlîstînîyên ku xwe di nav Dibistana Safadê de sipartibûn êrîş hat lidarxistin.

Îdareya Parastina Sîvîl a li Xezzeyê daxuyand ku di êrîşa rejîma îşxalker de ku li dijî Dibistana Safadê li dar xistibû 11 Fîlîstînî şehîd bûn, bi dehan kes jî birîndar bûn.

Gelek birîndarên ku di êrîşê de birîndar bûbûn jî ji Nexweşxaneya El Ehlî Bapîst re hatibûn anîtin.

Midûrtîya Parastina Sîvîl a Xezzeyê daxuyand ku Dibistana Safadê li ser êrîşeke duyemîn hatîye valakirin. (ÎLKHA)