Ji Xan Yûnisa kû îşxalker jê vekişîya bûn cenazeya 10 Filistînî derket

Di dema ku rejîma îşxalker ji bajarê Xan Yûnis ê li başûrê Şerîda Xezzeyê vekişiya, wêraniyeke berfireh li bajêr pêk anî.

Ekleme: 31.08.2024 10:55:19 / Güncelleme: 31.08.2024 10:55:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Îşxalkeran piştî êrîşên ku 22 roj berê dabûn destpêkirin, ji herêmên ku li rojhilatê bajêr serdest bûn, vekişiyan.

Şêniyên herêmê cenazeyên 10 Filistîniyên ku di êrîşên îşxalker ên li bajêr de şehîd bûbûn, dîtin.

Hin ji cesedan qismî perçebûyî hatin dîtin, yên din jî qismî ji aliyê kûçik û pisîkan ve hatin perçekirin dîtin. (ÎLKHA)