Ji komên berxwedana Filistinê peyamê şehîd Ebû Şuca

Muhammed Cabîrê ku weke Ebû Şucayê fermandarê Tabûra Qudsê ya hereketa Cîhada Îslamê ya bajerê Tulkerîma Şerîaya Rojava tê zanîn, di êrîşa rejîma îşxalker a sîyonîst a li ser Tulkerîmê de şehît bû.

Ekleme: 29.08.2024 16:25:03 / Güncelleme: 29.08.2024 16:25:03 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li ser şehadeta Ebû Şuca komên Berxwedana Filistînê daxuyanî hatin belavkirin. Hereketa Berxwedana Îslamî (HAMAS) şehadeta Ebû Şuca pîroz kir. HAMAS ragihand û got ku dewam kirina sûcên dijminê siyonîst ên li ser Şerîaya Rojava, îradeya berxwedan û neteweyê Filistînê qet kêm nake û nikare bişkîne.

Hereketa Cîhada Îslamî di peyama xwe de got ku, êrîşa heyî yê li ser Şerîaya Rojava, weke êrîşên din wê biserneketinê encam bibe û hewldanên tune kirina berxwedana li vê herêmê wê negihîje armancê.

Komîteya Berxwedana Filistînê jî ev îfadeyan bikar anî, “Xwîna şehîdan wê tu car berhewa neçe lê wê berxwedanê mestir bike û operasyonên li dijî dijmin bidomîne. Şera ku dijmin li ser axên Filistînê daye destpêkirin wê tu car ewlehiyê nede niştecihên siyonîst. Lê van axan wê bike cehnem.”

Cebheya Azadiya Gel a Filistînê ragihand ku, Şehîd Ebû Şuca tevî ciwantiya xwe jî mînaka fedekarî ya zelal û fermandarekî qadê yê bi cehd bû. (ÎLKHA)