Fermandar Ebû Şuca li Şerîaya Rojava şehîd bû

Muhemmed Cabîrê (Ebû Şuca) Fermandarê Tabûra Tulkerma girêdayî Tuxayên Qudsê, vê sibehê di pevçûnên bi îşxalkeran de şehîd ket.

Ekleme: 29.08.2024 14:25:19 / Güncelleme: 29.08.2024 14:25:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gor agahiyên ku li medyaya rejîma îşxalê, vê sibehê di dorpêçkirina avahiyeke li qampa Tulkermê de di encama pevçûnê de fermandar Ebû Şuca û 4 berxwedêrên li cem wî şehîd ketine.

Derheqê şehadeta Ebû Şuca de ji berxwedana Filistînê daxuyanî nehatiye kirin. Fermandar Ebû Şuca ew kesê ku ji teref rejîma îşxalker ve li Şerîaya Rojava herî zêde tê gerîn e. Berê jî 3-4 caran ji sûîqestên ku li dijî wî hatine kirin filitîbû. (ÎLKHA)