Di êrîşên rejîma îşxalker a siyonîst a li ser Xezzeyê de 51 Filistînî şehîd bûn

Midûriyeta Parastina Sivîl a Xezzeyê ragihand ku di êrişên ku ji teref rejîma terorîst a îsraîlî ve li ser Şerîda Xezzeyê hatin kirin de zarok û jin jî di nav de 51 Filistînî şehîd bûn.

Ekleme: 29.08.2024 10:50:23 / Güncelleme: 29.08.2024 10:50:23 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Mahmud Basalê Midûrê Parastina Sivîl a Xezzeyê ragihand ku di êrişên ku ji duh danê sibê ve ji aliyê rejîma îşxalker a siyonîst ve li ser cihên li Xezzeyê hatin kirin de, 51 Filistînî ku di nav wan de zarok û jin jî hebûn, şehîd bûn.

Basal li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û diyar kir ku di êrîşan de piraniya wan zarok û jin gelek kes birîndar bûne.

Di êrîşên ku ji 7ê Cotmehê vir va ji teref rejima terorê ve li ser Xezzeyê hat kirin de 40 hezar û 534 Filistînî ku jê kêm 16 hezar û 589 zarok û 10 hezar û 980 jin hene şehîd bûn û 93 hezar û 778 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)