Rejîma îşxalker hedefgirtina rojnamegeran didomîne

Ofîsa Medyayê ku girêdayê hikumeta Xezzeyê ye, daxuyand di êrîşa rejîma îşxalker de ku li Nuseyratê pêk anît rojnamegerek dinê jî hat qetilkirin.

Ekleme: 28.08.2024 09:20:20 / Güncelleme: 28.08.2024 09:20:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ofîs di daxuyanîya ku bi niviskî belav kir de destnîşan kir ku artêşa qaşo yê rejîma îşxalker li orta Nuseyratê êrîş li dar xist.

Hat diyarkirin ku di êrîşê de malbata Rabboyê hat hedefgirtin.

Di êrîşa asîmanî de rojnameger Muhammed Abd Rabbo û xûşka wî hatin şehîdkirin.

Hat îfadekirin ku ji 7ê Cotmehê vir ve di êrîşên ku li Xezzeyê hat lidarxistin de hejmarê mirovên ku hatine qetilkirin derket 172 kesan.

Cenazeya Muhammed Abd Rabbo bi tevî êleka “Çapemenîyê” ji Nexweşxaneya Şehîdên Eqsayê re hat rakirin. (ÎLKHA)