HAMASê operasyona Hîzbullahê pîroz kir

Tevgera Berxwedana Îslamî HAMAS, ji opersayona Hîzbullahê Libnanê ku li dijî cîhên sratejîk a rejîma îşxalker lidarxist re got ku ew ê êrîşdarîya faşîst wê bêbêrsiv nemîne û ev jî peyamek e.

Ekleme: 26.08.2024 09:50:19 / Güncelleme: 26.08.2024 09:50:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

HAMASê di daxuyanîya xwe de weha got, “Em operasyona micahîdên Hîzbullahê ku hem ji bo bersiva serokê cîhadvan Fuad Şukrî hem jî ji bersivdayîna êrîşên li dijî Xezze û Libnanê bikar anîtine û di wê operasyonê de cîhên stratejîk hedef girtine pîroz û teqdîr dikin.”

Tevger weha bal kişand, “Ev bersiva ku bi qewet e û kûrahîya hebûna rejîma sîyonîst xistîye, nîşan dide ku ew ê tu êrîş, terorîzm û canîtîya hikumeta faşîst bêbersiv nemîne.”

HAMASê diyar kir ku ew êrîşa rejîma îşxalker a li dijî Libnanê û sîvîlan hedef digrin bi tundî şermezar dikin.

HAMASê îfade kir ku balafirên rejîma îşxalker hemû peyman û normên navneteweyî îhlal dikin û ji bo herêmê jî tehdîdekî ye. Bal hat kişandin ku ev êrîşên rejîma îşxalker ewlehî û îstîqrara navneteweyî tehdît dike û ew hebûneke heydût in.

Tevger, “ji ber ku êrîşdarîya rejîma îşxalker a li dijî Filistîn, Libnan, Yemen û Iraqê destek dike” Emrîqa jî “hevparê sûca rejîma îşxalker e” (ÎLKHA)