Artêşa rejîma sîyonîst daxuyand ku leşkerekî wan yê dinê jî mirîye

Artêşa qaşo yê rejîma îşxalker daxuyand ku di pevçûna li Xezzeyê de leşkerekî wan ê dinê jî hatîye kuştin.

Ekleme: 26.08.2024 09:30:22 / Güncelleme: 26.08.2024 09:30:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku efser Shlomo Yehonatan Hazutê 36 salî ya ji Tûgaya 9207emîn, di pevçûna ku li Xezzeyê pêk hat de hatîye kuştin.

Ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve ku destpêka êrîşa rejîma îşxalker e, hejmarê leşkerên ku hatine kuştin 338 jê li Xezzeyê tev de 702 kes in.

Li gorî daneyên artêşa qaşo yê rejîma îşxalker ji 7ê Cotmehê vir ve hejmarê leşkerên birîndar jî 2 hezar û 254 jê li Xezzeyê tev de 4 hezar û 387 kes in.

Rejîma sîyonîst derheqê hejmarê mirî û birîndaran de agahîyên rastîn nabêje.

Li gorî îfadeyên ne fermî hejmarê mirî û birîndaran bi hezaran tê qalkirin. (ÎLKHA)