Li Endonezyayê şilî bû sedema lehîyê: 13 mirî, 2 birîndar

Li Girava Ternateya Endonezyayê şilîya ku barîya bû sedema lehîyê, di encama felaketa lehîyê de 13 kesan canê xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 26.08.2024 08:50:22 / Güncelleme: 26.08.2024 08:50:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat diyarkirin ku li Girava Ternateya Endonezyayê şilîyeke dijwar tesîrdar bû û ew şilî bû sedema lehîyê.

Ajansa Pêşgirtina Afeta Netewî (BNPB), daxuyand ku 10 xanî giran xesarê dîtin û mirovên mexdûr ji herêmê hatin tehlîyekirin.

Rayedaran, li hember felaketê û bûyerên xerab hişyarîyê dan. (ÎLKHA)