Ji Hîzbullahê bersiva ewil a li dijî suîqesta Fuad Şukur: “Qonaxa ewil bi serkeftî qedîya”

Hizbullaha Lubnanê bal kişande ser wê yekê ku wan bersiva êrişên siyonîstan li başûrê Beyrûtê da, ku bû sedema şehîdbûna fermandarê pilebilind ê Fuad Şukûr û hejmarek ji sivîlan di nav wan de, û ev qonaxa yekem bi serketî bidawî bû.

Ekleme: 25.08.2024 19:20:06 / Güncelleme: 25.08.2024 19:20:06 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hizbullahê ragihand ku wan li hemberî qetlîamên îşxalkeriyê yên li dijî fermandarê xwe Fuad Şukûr û sivîlan dest bi operasyoneke hewayî ya berfireh kirine.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin destnîşankirin:

“Bi arikariya Xwedayê Teala qonaxa yekem bi serkeftineke tam bi dawî bû.

Ev, qonaxa armanckirina baregeh û deverên îsraîlê ye ji bo hêsankirina derbasbûna balafirên bêmirov ên êrîşkar ber bi armanca tê xwestin di kûrahiya avahîya îşxalkerde. Şikir ji Xwedê re, êrîşên ÎHAyan wek ku hatibû plankirin derbas bûn.

Ya duyemîn jî, hejmara roketên Katyûşa yên li dijî çeperên dijmin hatine avêtin, heta niha 320 derbas kiriye.

Sêyem, cihên ku bi alikariya Xwedayê mezin bûne hedef û zirar dîtine:

  1. Baregeha Meronê
  2. Sitargeha Neve Zîvê
  3. Baregeha Zatounê
  4. Sitargehên Zaorayê
  5. Baregeha El-Sahelê
  6. Leşkergeha Kaîla ku li Golana Suriyeyê ku di bin îşxalê de ye
  7. Leşkergeha UVyê ku li Golana Suriyeyê ku di bin îşxalê de ye
  8. Baregeha Nafaha ku li Golana Suriyeyê ku di bin îşxalê de ye
  9. Baregeha Yardûna ku li Golana Suriyeyê ku di bin îşxalê de ye
  10. Baregeha Tîmê ya Eîn Zayê
  11. Leşkergeha Ramot Naftalîyê”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku derbarê detayên leşkerî yên vê operasyonê de wê piştre agahî bên dayîn. (ÎLKHA)