Li Keşmîrê otobusa rêwîyan qeza kir: 25 mirî

Di encama qezaya ku li Keşmîrê pêk hat de 25 kesan canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 25.08.2024 16:15:22 / Güncelleme: 25.08.2024 16:15:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza li Hawelî Kahutayê  pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobusa rêwîyan a ku Hawelî Kahutayê  ber bi  Rawalpîndîyê ve diçû li nêzî Pira Panayê qulibî.

Di encama qezayê de 25 kesan canê xwe ji dest dan. Lê tê diyarkirin dibe ku hejmara mirîyan zêdetir be.

Cesedên ku zarok û pîrek jî di nav de hebûn hatin rakirin nexweşxaneya dewletê ya li Rawalakotê.

Sedema qezayê tê lêkolînkirin.(ÎLKHA)