Hîzbullahê Libnanê mewzîyên rejîma siyonist hedef girt

Hat ragihandin ji ber sûîqesta ku li Fuad Şukur hat kirin Hîzbullahê Libnanê 320 mûşek avêtin hedefên rejîma terorê.

Ekleme: 25.08.2024 10:55:19 / Güncelleme: 25.08.2024 10:55:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Hîzbullahê Libnanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat ragihandin “Bi izna Xwedê heyama ewil hat temamkirin.”

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin bi 320 mûşekên katyûşayê hedef û mewzîyên rejîma terorê yên li Celîle û Golanê hatin hedefgirtin.

Her wisa hat diyarkirin ew ê hûrgilîyên operasyonê dûre bên parvekirin.(ÎLKHA)