Rejîma siyonist di 24 seatên  dawî de 63 Filistînîyên din jî şehîd kir

Hat ragihandin siyonistên terorîst û îşxalker di 24 seatên  dawî de 63 Filistînîyên din jî şehîd kirin.

Ekleme: 25.08.2024 10:50:19 / Güncelleme: 25.08.2024 10:50:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji çavkanîyên li Nexweşxaneyên Nasir hatine wergirtin di encama êrîşên ku li Xan Yunus û Refahê hatin kirin de 59 kes şehîd bûn.

Berdevkê Yekîneya Parastina Sîwîl ê li Xezzeyê Mahmud Basal derbarê êrîşên ku ji teref rejîma terorê ve hatin kirin de daxuyanîyek belav kir.

Basal di daxuyanîya xwe de destnîşan kir di encama êrîşa ku li  Taxa Nusayratê hat kirin de 4 Filistînî şehîd bûn.

Di encama êrîşên ku ji 7ê Cotmehê vir ve tên kirin de heta niha 40 hezar û 334 Filistînî şehîd bûn.(ÎLKHA)