Li Rojavayê Yemenê lehî pêk hat: 6 mirî

Li bajara Rîmaya rojavaya Yemenê lehî pêk hat, di encama lehîyê de 430 xanî hatin xerakirin, 6 kes jî canê xwe ji dest dane.

Ekleme: 24.08.2024 10:05:21 / Güncelleme: 24.08.2024 10:05:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li bajar û gundên Rîmayê baraneke dijwar tesîrdar bû, barana ku barîya bû sedema lehîyê, di encamê de jî 6 kesan canê xwe ji dest dan.

Hat diyarkirin ku ji ber lehîyê 430 xanî xera bûn, rê jî hatin girtin.

Li Yemenê ji meha Tebaxê vir ve baraneke dijwar tesîrdar dibe û bû sedema mirina bi dehan însanan. (ÎLKHA)