Li Hîndistanê felaketa lehîyê: 23 mirî

Li Hîndistanê ji ber baranên musonê lehî pêk hat, di encamê de 23 kesan canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 24.08.2024 09:40:19 / Güncelleme: 24.08.2024 09:40:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li wîlayeta Tripura rojhilata Hîndistanê ev bû 4 roj e baranên musonê tesîrdar e, baran bû sedema lehîyê û gelek xanî û rê di bin avê de man.

Rayedarên bireveberîya Afetê, daxuyand ku 23 kesan canê xwe ji dest dan, 65 hezarî zêdetir mirov mecbûr man ku malên xwe terk bikin.

Hat îfadekirin ku 1,7 milyon mirov ji lehîyê tesîrdar bûn, di binesazî û çandinîyê de xesarên mezin pêk hatin. (ÎLKHA)